Di cejna qurbanê de ji deriyên sînor ên ku girêdayî Midûriyeta Herêmê ya Ticaret û Gumrikê ya Trakyayê ne re 8 hezar û 606 wesaît û 40 hezar û 64 rêwî derbas bûn.
Li gor daneyên Midûriyeta Herêmê ya Ticaret û Gumrikê ya Trakyayê ji deriyên sînor ên Derekoyê, Hamzabeylî, Îpsala, Kapikûle û Pazarkûleyê di nav çar rojên betlaneya cejna qurbanê de 8 hezar û 606 wesaît û 40 hezar û 64 rêwî derbas bûn.
Ji ber ku hin hemwelatiyan betlaneya cejnê li derveyî welêt derbas kir, li ber deriyên sînor siqletî çêbû û di heman demê de 11 hezar û 264 heb tirimbêl, 356 heb otobês û 56 hezar û 579 rêwî derbasî nav sînorên welêt bûn.