21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
ANKARA
Li Tirkiyeyê di çarçoveya xebatên lêkolîn û pêşvebirinê (Ar-Ge) da par ji budçeya rêveberiya navendî 6 milyar û 200 milyon lire pere hat xerckirin û îsal ji bo destpêkê jî 7 milyar û 500 milyon lire hat cihêkirin.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (LÎT) daneyên "Xerckirin û Pereyê ku ji bo Xebatên Pêşvebirin û Lêkolînê ya ji Budçeya Rêvebirina Navendî 2016yan" weşand.
Li gor hesabên ku ji ser budçeya rêvebiriya navendî hat kirin, pereyê ku par li gor pêrar ji bo Ar-Geyê hat xerckirin ji sedî 10 zêde bû û derket 6 milyar û 173 milyon lireyî.
Di sala 2016an da ji bo destpêkê 7 milyar û 500 milyon hat cihêkirin.
Ji budçeya rêveberiya navendî ya sala 2016an li gor texmînên ji bo destpêkê îsal jî 7 milyar û 500 milyon lire pere hat cihêkirin.