04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ANKARA
Îro warêla petrola brent di navbera 52-53 dolarî da tê firotin.
Do şebeqê warêla petrola brent bi 53,49 dolarî hatibû firotin û di nav rojê da biha gihîştibû 53,70 dolarî.
Îro destê sibê warêla petrola brent bi 53,17 dolarî hat firotin û di saet 09.22yan da ji sedî 0,47 qîmet winda kir û dakete 52,92 dolarî. Di heman demê da li Teksasê bihayê warêla pêtrola xam bi 50,07 dolarî hat firotin.
Li Libyayê ji ber ku pevçûnên li herêmên jê pêtrolê derdixin bi dawî bûn û dîsa dest bi derxistina pêtrolê kirin û ev li ser eşkerekirina bihayê petrolê tesîra xwe nîşan dide.