01 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2016
ERZURUM
Di operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê da ku li Tirkiyeyê bi êrîşan hizûr û aştiyê xera dike, meha borî hezar û 101 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Li gor daneyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir di navbera 1-30yê îlonê da di êrîşên PKKyê da 28 jê gundparêz, 49 jê leşker û 2 jê polês 79 hêzên ewlehiyê şêhit ketin.
Di êrîşan da di nav da Ahmet Budakê ku di AK Partiyê da ji bo parlementeriyê bû namzed jî heye 8 sivîl mirin û 57 sivîl jî birîndar bûn.
Di operasyonan da 10 gundparêz, 100 leşker û 4 polês birîndar bûn.
- Hezar û 101 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin
Îsal di meha îlonê da hezar û 101 endamên rêxistinê (hezar û 63 kuştî, 10 teslim û 28 hatine qefaltin) hatin berterefkirin.
Di operasyonên li dijî şaxa ciwanan a PKKyê di meha îlonê da 506 gumanbar hatin binçavkirin û di nav da Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPyê Alp Altinors 169 kes hatin girtin.
- Di eydê da jî êrîş kirin
Endamên Rêxistinê di Eyda Qurbanê da li Wanê bi wesaîta bombebarkirî êrîşî noqteya polêsan a li ber Serokatiya AK Partiyê kirin û di êrîşê da 50 jê sivîl 54 kes birîndar bûn.
Endamên rêxistinê li Îpekyoluya navçeya Wanê bi rokêtavêj û çekên lûledirêj êrîşî ewlehiyê kirin û 4 xwîşk û birayên di mala nêzî ewlehiyê da birîndar bûn.
Endamên PKKyê li Şirnexê Salim Ecerê 67 salî ku şivantî dikir kuştin. Yusuf Erzenê (10) ku li Sêrtê li ser banê xanî dema ku bi diya xwe ra di xew da bû û di êrîşa endamên PKKyê da tevî diya xwe birîndar bû, li nexweşxaneya ku dihat dermankirin mir.
Ahmet Budakê ku hilbijartina parlementeriyê da li Hekariyê di rêza ewil da bibû namzedê AK Partiyê li Şemzînanê di êrîşa çekdarî hat kuştin. Hêzên ewlekariyê li ser şika êrîşa terorê sekinîn û ji bo derdestkirina êrîşkar operasyon dan destpêkirin.
- Rêxistina terorê ku ji gelê kurd piştgirî nedît êrîşî gundparêzan kir
Rêxistina terorê ku ji gelê herêmê piştgirî nedît êrîşî gundparêzan kir.
Terorîstên PKKyî êrîşî gundparêzên li Çiyayê Tendurekê ya ku di navbera Bazîda navçeya Agiriyê û Çaldirana navçeya Wanê da ye bûn, kirin.
Di êrîşê da 7 gundparêz, 2 leşker û gundparêzekê teqawidbûyî şehîtbûn, 3 leşker û 2 welatî birîndar ketin.
Terorîstên PKKyî êrîşî leşkerên ku li ser rêya Şirnex-Wanê ewlehî pêk dianîn kirin, 6 leşker şehît ketin, 2 leşker birîndar bûn.
Di operasyonên li Çaldirana navçeya Wanê da 8 leşker şehît bûn û 8 leşker jî birîndar ketin.
Li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî endamên PKKya rêxistina terorê da 7 leşker kehît bûn, 20 leşker birîndar ketin. Piştî bûyerê di operasyonê da 104 terorîst hatin kuştin.
- Memurên ku têkiliya wan bi terorîstan ra hene ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî 11 hezar û 285 mamosteyên ku hat tesbîtkirin têkiliya wan bi terorîstan ra hene ji wezîfeyê dûr xist.
Li Sirûca navçeya Şanliurfayê 15 mela bi îdiaya têkiliya wan bi PKKê ra hene ji wezîfeyê hatin dûrxistin, li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna li ser PKK/KCKya rêxistina terorê da 29 gardiyan hatin binçavkirin.