Merve Özlem Çakır
10 Nîsan 2023•Rojanekirin: 11 Nîsan 2023
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha sibatê da li gor mehek berê 0,2 puan zêde bû û bû ji sedî 10. Di vê heyamê da hejmara bêkaran jî bû 3 milyon û 514 hezar kes.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a meha sibatê eşkere kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji ber felaketa erdhejê anketa meha sibatê ya Lêkolîna Îstatîstîkên Kar a Endamên Malbatê li Adiyeman, Gazîentab, Hatay, Kahramanmaraş, Kilîs, Meletî û Osmaniyeyê nehat çêkirin.
Li gor vê, li Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ku temenê wan ji 15yan mezintir di sibatê da li gor mehek berê 65 hezar kes zêde bû û bû 3 milyon û 514 hezar kes. Rêjeya bêkariyê jî di heman mehê da 0,2 puan zêde bû û bû ji sedî 10. Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par 0,7 puan kêm bû.
Li gor daneyên TUÎKê di navbera salên 2021 û 2023yan da li gor mehan rêjeya bêkariyê wiha ne:
| 2021 | 2022 | 2023 |
| Çileya Paşîn | 12,5 | 11,3 | 9,8 |
| Sibat | 13,2 | 10,7 | 10,0 |
| Adar | 12,9 | 11,2 |
|
| Nîsan | 13,4 | 11,0 |
|
| Gulan | 13,2 | 10,8 |
|
| Hezîran | 11,0 | 10,4 |
|
| Tîrmeh | 11,6 | 10,2 |
|
| Tebax | 11,9 | 9,7 |
|
| Îlon | 11,2 | 10,0 |
|
| Cotmeh | 11,0 | 10,1 |
|
| Mijdar | 11,1 | 10,1 |
|
| Çileya Pêşîn | 11,0 | 10,3 |
|