Nihat Kavşut
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
ANTALYA
Başaran Ulusoyê Serokê Yekîtiya Acenteyên Gerê ya Tirkiyeyê destnîşan kir ku li tesîsên li ber peravan rezervasyonên Eyda Qurbanê ji sedî 80yî derbas bûn.
Ulusoy der barê rezervasyonên Eyda Qurbanê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku betlaneyên eydê tesîreke baş li sektorê dikin.
Başaran Ulusoy diyar kir ji ber betlaneya Eyda Qurbanê rezervasyon zêde bûn û wiha got: "Bi taybetî li Side, Alanya, Manavgat, Belek û Kemera Antalyayê û Çeşme, Bodrum, Marmaris, Kuşadasi, Didim û Fethiyeya Herêma Egeyê tûr derdikevin pêş."
Ulusoy destnîşan kir di tûrên çandî da jî yên Kapadokya, Eskîşehir, Egeya Bakur û Behra Reş û li dervayî welêt jî tûrên li Îtalya û Îspanyayê derdikevin pêş.
Başaran Ulusoy diyar kir 30yê tebaxê ji ber Cejna Serkeftinê betlane ye û wiha got: "Peyra roja erefeyê ye û heger 28 û 29ê tebaxê bikeve nav betlaneya eydê wê tesîreke baş li ser rezervasyonan bike."