10 Îlon 2016•Rojanekirin: 11 Îlon 2016
ANKARA
Li gor agahiyan ji ber Eyda Qurbanê destûr hat dayîn ku Abdullah Ocalanê serokê PKKya rêxistina terorê ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye bi malbata xwe ra xeber bide.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, Abdullah Ocalanê di Eyda Qurbanê da wê bi Mehmet Ocalanê birayê xwe ra xeber bide.
Li gor agahiyan roj û saeta hevdîtinê veşartî ye.
Ocalan herî dawîn di meha nîsanê da bi endamên Komîteya Rêlibergirtina Miameleya Xirab û Êşkenceyê (CPT) ra xeber dabû.