09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
MOSKOVA
Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê Aleksey Ulyukaev got "Dibe ku ambargoya li ser madeyên xurekê yên tirkan heta dawiya salê bê rakirin"
Li gor nûçeya RIAya ajansa nûçeyan a Rûsyayê Ulyukaev piştî hevdîtina ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li St. Petersbûrga bajarê Rûsyayê bi Vladimîr Pûtînê Serokê Rûsyayê re kir daxuyanî da rojnamevanan.
Ulyukaev diyar kir dibe ku ambargoya li ser madeyên xurekê yên tirkan heta dawiya salê bê rakirin û destnîşan kir ku Federasyona Rûsyayê jî divê jê bawer bibe ku ev berhem li gor standartên diyar in.
Rûsya ji 1ê kanûna paşîn a 2016an vir ve biryar dabû ku ji Tirkiyeyê îdxalata bacanê sor, porteqal, sêv, mişmiş, kelem, xwê, broqolî, mandalîn, xiyar, karçîn (hirmî), xox, alûçe, tirî, çîlek, pîvazê hişk, qernefîl, goştê mirîşk û elokan bê qedexekirin.