Nihat Kavşut
05 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bona protestoyên li Îranê dewam dikin wê îro bicive.
Li ser daxwaza Amerîkayê Konseya Ewlehiyê ya NYê bi rojeva Rojhilata Navîn biryar da ku li gor saeta Tirkiyeyê di 23.00yan da bicive.
Amerîka dixwaze protestoyên li Îranê dewam dikin bîne rojevê, lê Rûsya rêvebiriya Washingtonê sûcdar dike ku tevlî karên navxweyî yên Îranê dibe û hewl dide di civînê da ji bona li ser geşedanên li Îranê biaxivin dengdayîn bê kirin.
Heger ji bona gotûbêjkirina geşedanên li Îranê daxwaza dengdayînê bê kirin divê ji 15 endamên konseyê 9 endam qebûl bikin.
Nikkî Haleya Nûnera Daîmî ya NYê ya Amerîkayê destnîşan kiribû ji bona protestoyên li Îranê dewam dikin bo civînê wê bangî Konseya Ewlehiyê ya NYê bikin.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê der barê bûyeran da wiha gotibû: "Ez siyanetê nîşanî xelkê Îranê didim ku ji bona hikûmeta xwe ya ku ji rê derketiye bînin rê hewl didin. Dema wê hat Amerîkayê piştgiriyeke mezin bide."
Îranê ji bona protestoyan destnîşan kiribû ku Amerîka tevlî karên navxweyî dibe û li NYê ji Amerîkayê gilîdar bûbû. Gholamalî Khoshrooyê Nûnerê Daîmî yê NYê yê Îranê ji Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê NYê û Konseya Ewlehiyê ya NYê ra name şandibû û wiha gotibû: "Amerîka bi hinceta piştgiriyê dide çalakiyan tevlî karên navweyî yên Îranê dibe. Serokê Amerîkayê û alîkarê wî bi gelek tweetên beredayî xelkê Îranê ji bona çalakiyan sor dikin."
Bûyerên li Îranê 28ê kanûna 2017an li Meşhedê bi çalakiya komekê dijî bêkarî û gendeliyê dest pê kirin û di demeke kurt da veguherîn protestoyên dijî rejimê. Çalakî û protesto peyra li Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahîdan, Erak, Hurem Abad û gelek bajarên din belav bûn.
Di bûyeran da ji 20î zêdetir kes hatin kuştin û ji hezarî zêdetir kes jî hatin binçavkirin.