Haydar Şahin
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 24 Sibat 2018
NEW YORK
Standard & Poor'sa saziya nirxandina krêdiyê ya navneteweyî diyar kir ku notê krediyê ya Tirkiyeyê teyîd dike.
Di daxuyaniya S&Pyê da hat diyarkirin li gor pereyên biyanî notê krêdiya Tirkiyeyê di asta "BB"yê da ye, li gor pereyê xwemalî jî di sata "BB+"yê da ye, hat ragihandin ku nêrîna notê jî "negatîf" e.
Di daxuyaniyê da ji bo nêrîna negatîf jî hat gotin ku li guherînên şert û mercên fînansa derva dibe ku li ser sektora fînasê ya Tirkiyeyê tesîrê bikin.
Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn ku heke polîtîkayên pereyan nikaribin pêşiyê li zexta enflasyon û dowîzê bibirin dibe ku notê krêdiyê were daxistin, fînansmana derva ya Tirkiyeyê û veberhênanên ji bo înşaetê tên kirin dibe ku di pêşerojê da di îstiqrarê da bibin sedema rîskê.
S&Pyê got ku aboriya Tirkiyeyê par ji sedî 7 mezin bû, texmîn dikin ku îsal ji sedî 4, saleke din jî ji sedî 3,2 mezin bibe.