Abdullah Tel
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 24 Sibat 2018
QUDIS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahuyê ku der heqê wî da jêpirsînên gendeliyê didomin ji bo biryara Amerîkayê ya ku wê Balyozxaneya xwe di 14ê gulanê da barî Qudsê bike got: "Ev ji bo gelê Îsraîlê rojeke pir nuwaze ye."
Ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da nirxandinên Serokwezîr Netanyahu hat dayîn û wiha hat gotin: "Ev ji bo gelê Îsraîlê rojeke nuwaze ye. Biryara Serok Trump a ku wê Balyozxaneyê barî Qudsê bide kirin piştî biryara ku Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas kiribû hat dayîn. Ev biryar wê ji bo roja serxwebûna damezrandina sala 70emîn a Îsraîlê bi coş û xiroşeke zêdetir bê pîrozkirin. Ji ber lîderî û hevaltiya te spas ji te ra Serok Trump."
Îsraîl 14ê gulanê wek roja xwe ya damezrandina dihesibîne lê Filistînî jî ji ber ku wê çaxê ji cih û warê xwe bûne û axa wan hatiye dagirkirin vê rojê wekî Roja Nekbeyê (Afat) binav dikin.