13 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2017
ANKARA
Zeybekçî der barê zêdebûna kurên dowîzê da wiha got: "Gelek enstruman di destê Bankeya Navendî da hene. Bi gelemperî hin kesên ji Bankeya Navendî, tişta ku hêvî dikin û dixwazin bikin, dowîzê bifiroşin piyaseyê û midaxele bikin. Li gorî fikra min ev helwesteke şaş e. Hin enstrumanên din hene."
Zeybekçî li ser pêla dovîzan wiha axivî: "Emê bibînin ku di rojên pêş me da dema ji van tevgerên spekulatîf û pêldanê hêvî bê birîn, lireyê tirk wê bê asta xwe ya asayî. Wê biqede, ji bo ku neqede tu sedem tuneye."
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî li ser enflasyonê got: "Tirkiyeyê tu carî enflasyona 2 xaneyî nebîne. Sedema asta nika herî zêde ji ber tesîra guherîna kurên dowîzê ye û rewşeke demborî ye. Kur dikare vê carekê bike, nikare her tim li ser enflasyonê tesîrê bike. Çaxê ku zêde dibe xalek çêdibe, paşê tesîra wê kêm dibe û dîsa tê ciyê ku em dixwazin."