Nihat Kavşut
17 Tebax 2018•Rojanekirin: 17 Tebax 2018
ANKARA
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Me gorî rêgezên Rêxistina Ticaretê ya Dinyayê bersiv da û em ê wiha bidomînin."
Di navbera Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê û Turk Eximbankê da ji bona emilandina çavkaniyan protokol hat îmzekirin û Ruhsar Pekcana Wezîra Ticaretê di merasima îmzeyê da axivî.
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê ji bo mueyîdeyên Amerîkayê wiha got: "Me gorî rêgezên Rêxistina Ticaretê ya Dinyayê û qanûna ticareta navneteweyî bersiv da mueyîdeyên Amerîkayê û em ê wiha bidomînin."