26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
BOLU
"Tunêla Îstiqlalê ya 15ê Tîrmehê ya Ilgazê" ku li Çiyayê Ilgazê hat înşakirin bi merasîma ku Serokwezîr Bînalî Yildirim jî beşdar bûyê va ji xizmetê ra hat vekirin.
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe ya li vir da bal kişand ku bi çêkirina vê tunêlê va dê 8 milyon lître sotemenî û 346 hezar saet tasarûfê were kirin û sûdweriya tunelê ya bona aboriyê wiha destnîşan kir, "Bi vê tasarrûfê va salê 40 milyon lîre ji aboriya welat ra dimîne."
Erdogan bi vîdeo konferansê va beşdar bû
Serokomar Erdogan bi vîdeo konferansê va beşdarî merasîma vekirina tunelê bû.
Piştî axaftinan Tunêla Îstiqlalê ya 15ê Tîrmehê ya Ilgazê hat vekirin.
Veguhastin dê leztir û ewletir be
Bona tunela ku dê Anagoluya Navîn bi Rojavayê Behra Reş ra girê bide tevirê pêşiyê di 2012an da li erdê dan û herwiha di çêkirina tunelê da bi dehan xebatkarî di binê erdê da bi sedan mêtro mesafe qûl kirin û adeta çong bi Çiyayê Ilgazê yê hezar û 875 mêtro bilind dan tewandin.
Tunela ku plansaziya têketin û derketinên wê mîna "devê segmasî" ye ji du tûpan pêk tê ku dirêjahiya yekî 5 hezar û 370 mêtro, ya din jî 5 hezar û 391 mêtro ye. Armanc ji tunelê ew e ku li Çiyayê Ilgazê ku bi taybetî jî zivistanan bi qezayên trafîqê dihat rojevê, veguhastin leztir û ewletir çêbibe.