27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
KAHRAMANMARAŞ
Hat ragihandin ku li Kahramanmaraşê di operasyona dijî rêxistina terorê DAEŞê da 4 kesên ji Iraq û Sûriyê hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Pazarcikê li taxa Narliyê li ber pira Aksuyê teseliya otobuseke rêwiyan kirin.
Ekîban O.A, O.O. û A.C. yên ji Iraqê û M.H. yê ji Sûriyê yên di otobusê da ji ber îdiaya ku endamên rêxistina terorê DAEŞê ne, binçav kirin.
- Tunel kolane û derbas bûne
Eşkere bû ku berşikan di binê dîwarê ewlekariyê yê li ser sînorê Sûriyeyê yê li Kilîsê tunelek kolane û derbasî nava welat bûne.
Berşikên ku miemeleyên wan ên li cem Cendirmeyan kuta bûn ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê DAEŞê" sewqî Dadgeha Pazarcikê kirin.