Haydar Şahin
08 Adar 2019•Rojanekirin: 09 Adar 2019
Di roja dawîn a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 65,83 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 65,86 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 66,94 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 66,09 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.20an pê va ji sedî 0,39 kêm bû û dakete 65,83 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 56,31 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin endamên Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) û Rûsyayê derxistina petrolê kêm kirin û ji ber ku Amerîkayê mueyîde dan ser Îran û Venezuelayê petrola li piyaseyê kêm bû.