Haydar Şahin
29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warîla petrola Brentê bi 77,61 dolarî tê firotin.
Warîla petrola Brentê duh bi 77,38 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 78,38 dolaran zêde bibû. Warîla petrola Brentê îro bi 77,48 dolarî dest bi rojê kir ji saet 09.15an pê va ji sedî 0,16 zêde bû û derkete 77,61 dolarî.
Di heman demê da warîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 73,31 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin ku li Libya, Venezuela û Kanadayê petrol kêm tê derxistin, endamên Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac dikin (OPEC) biryar dan ku di rojê da milyonek warîl zêde petrolê derxin lêbelê dîsa jî bihayê petrolê qasî li bendê bûn daneket.