Haydar Şahin
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 77,33 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 77,98 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da hetanî 78,47 dolaran zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 77,52 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.37an pê va ji sedî 0,24 kêm bû û dakete 77,33 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 73,14 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin ji ber ku di navbera Amerîka û Îranê da rageşî heye bihayê petrolê berjêr û berjor dilîze, duh jî li Amerîkayê daneyên stoqa petrolê hatin weşandin û li ser vê biha daket.