Ahmet Aydın
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Aborî ya 8 Welatên ku Pêşdikevin (D-8) Dato Ku Jaafar Ku Shaari, destnîşan kir ku li ser fikra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku digot bila welatên endam pereyên xwe yên xwemalî bikar bînin, D&8 Card (payment card) pêş xistine û got, "Dê bi vê kartê hemî welatên endam wê îmakanê bi dest bixin ku di bazirganî û kirîn û firotênên din ên navbera xwe de pereyên xwemalî bikar bînin."
Shaari ku di çarçoveya merasima îmzayê ya peymana hevkariyê ya di navbera D-8ê û Ajansa Anadoluyê (AA) de hat Stenbolê ji nûçegihanê AAyê re behsa fealiyetên 2018an ên D-8ê û torên balafirgehan yên ku sala bê bên danîn kir û herwiha qala geştiyariyên bê vîze û projeyên D&8 Cardê kir.
Shaari bibîr xist ku D-8 bi seroktiya serokwezîrê berê Necmetttîn Erbakanê rehmetî sala 1997an hatiye avakirin û tekezî li wê yekê kir ku di nava 20 salan de di gelek tiştên ku kiribûn armanc de bi serketine.
D-8 master card yaxud visa card derdikeve
Sekreterê Giştî yê D-8ê Balyoz Dato Ku Jaafar Ku Shari destnîşan kir ku li ser fikra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku digot bila welatên endam pereyên xwe yên xwemalî bikar bînin, xebatên xwe didomînin.
Shaari anî ziman ku li ser pêşniyaza Serokomar Erdogan şirketeke Malêzî li ser D&8 Card (payment card)ê xebatê dike û wiha pê de çû:
"Serokomar Erdogan pêşniyaz kir ku di bazirganiyê de pereyên herêmî yaxud odeyeke teqasê ava bikin. Li ser vê, pêşniyaza bikaranîna karteke bi navê D&8 Card (payment card) ku şirketeke Malêzî berhem anî bû, hat kirin. Îdî dê bi vê kartê hemî welatên endam wê îmakanê bi dest bixin ku di bazirganî û kirîn û firotênên din ên navbera xwe de pereyên xwemalî bikar bînin."
Shaari herwiha got, "Ev fikir gelekî hat ecibandin dê asankariyeke gelekî giring bîne, maweyekîtir dê ev kart bibe weke master card yaxud visa cardê."