Abdullah Tel,Haydar Şahin
05 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2020
Rezerva xwê ya bi saya xebata 3 muteşebîsan ku piştî xebatên 2 salan li navçeya Tuzlucayê derkete meydanê û tê texmînkirin bi qasî 30 û 50 milyon ton heye wê di qada xurek, heywandarî, pîşesazî û berf helandinê da bê bikaranîn.
Navçeya Tuzlucayê navê xwe ji ber zêdebûna xwê hildaye û 2 sal berê 3 hevalên muteşebîs ji bo rezerveke nû ya xwê derbixin li herêma çiyayî ya başûrê rojhilatê welêt dest bi xebatê kiribûn.
Di encama xebatên sondajê yên ku qasî du salan li erda çiyayî hat kirin da derket holê ku di navbera 30 û 50 milyon tonî da xwê heye. Ev xwê ya hat tespîtkirin jî ji qada xurekê bigir heta heywandarî, pîşesazî û berf helandinê di gelek cihan da wê bê bikaranîn û gelek bi kêrî aboriya welêt bê. Li cihê xwê hat dîtin tesîs hat avakirin û dest bi xebatê kir û salê bi qasî 100 hezar ton bi saya vê tesîsê wê bê derxistin. Xwê ya ji vê derê bê temînkirin wê herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di serî da li gelek deverên welêt ji bo berf helandina ser rêyan wê bê bikaranîn.

Qaymeqamê Tuzlucayê Salih Çîgdem daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li nêzî gundê Pîrliyê ji alî saziyeke taybet va rezerva xwê hat tespîtkirin.
Çîgdem destnîşan kir ku piştî xebatên dirêj ew tesîsa xwê ya hat vekirin wê bi kêrî aboriya Tuzlucayê bê û wiha dewam kir: "Xweya ji vê derê tê derxistin ji sedî 96,5 bi qelîte ye û di kanê da wisa tê texmînkirin ku bi qasî 30 û 50 milyon ton xwê heye."
- "Ji bo welatiyên me yên vê derê wê bibe deriyê debarê"
Ji miteşebîsan Abdulhakîm Atmaca got: "Ava ku li vê herêmê derdikeve şore û ji ber vê jî me got îhtimal e li vê derê kana xwê hebe û xebata sondajê ya qasî 2 salan dewam kir me da destpêkirin. Bi rastî jî em xumarek leyîstin û di encamê da jî heqê keda me bi vê kana derket holê va hel bû."
Atmaca got ew ê dest bi xebitandina kana teze bikin û tevkariyê bidin aboriya Îdir û Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ji sala par vir da em dikolin û niha gihîştin rezervê û me dest bi hilberînê kir. Xoya ku em derdixin di rêbejayê, heywandariyê û sektora xurekê da tê bikaranîn. Em kêfxweş in, me berdêla keda xwe hilda. Ji ber ku em ê dîsa îstixdamê bikin jî kêfxweş in. Ev dera ew ê ji bo me û însanên me bibe deriyê nan û bi saya vê em ê tevkariyê bidin aboriya welêt."
- "Daxwaz wiha dewam bike û em ê kapasîteyê zêde bikin"
Selahattîn Îlkerê şirîkê karxaneyê jî got dema dest pê kirin xerîbê vî karî bûn, gelek lêkolîn kirin û ji ava şor dest pê kirin. Îlker got ji bo derxistina xoyê destûr hildan û wiha pê da çû:
Piştî hildana rusqetê me dest bi sondajê kir û daneyên girîng bi dest xist. Li gor daxwazê me dest bi hilberînê kir. Dema daxwaza bazarê zêde bibe em ê hejmara ekîb û personelan zêde bikin û zêde derxin. Me teze dest bi kar kir ligel vê firotina me baş e. Daxwaz wiha dewam bike û em ê kapasîteyê zêde bikin. Me guh neda gotinên neyînî û karê xwe meşand. Keda me berhewa nebû. Kesên ev dîtin jî em teqdîr kirin."
Îlker diyar kir ku rezerva xoyê ya dîtin ew ê tevkariyê bide aboriya welêt û wiha axivî: "Me çavkaniya ji navçeyê ra qezenc kir. Ji ber ku me kaneke wisa tevlî aboriya welêt ki jî em kêfxweş in."