Haydar Şahin
04 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2020
Lutfî Elvanê Wezîrê Xezîne û Darayiyê û Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê di hevdîtina sisêyan a alema kar da li Wezareta Xezîne û Darayiyê bi rêveberiya MUSÎADê ra hatin ba hev.
Abdurrahman Kaanê Serokê Giştî yê MUSÎADê, endamên lijneya rêveberiyê ya MUSÎADê, burokratên wezaretên Xezîne û Darayiyê û Edaletê beşdarî civînê bûn.
Civîn dewam dike û çapemenî hilnedan civînê. MUSÎADê rapora hêvî û pêşniyazên endamên komeleyê pêşkêş kirin.
Elvan û Gul di çarçoveya hevdîtinên alema kar da berê jî bi rêveberiyên TUSÎAD û TOBBê ya hatibûn bal hev.