Ekip
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siriştî Berat Albayrak der barê Qadên Vejena ku tê nûkirin, Vejena Bayê - pêvajoya YEKAyê de got: "Înşaellah hefteya pêşiya me ew ê bi îhaleya eşkere ya daxistinê va bê temamkirin."
Albayrak, li Civîna Şêwra bi Akademisyenan re ya di çarçoveya Polîtîkaya Maden û Enerjiya Millî de axivî.
Albayrak der barê polîtîkaya enerjiyê û xebatên ku dikin de agahî da akademisyenan.
Der barê tesîsên LNGê da Albaybarak wiha axivî: "Me ya ewil di demeke kurt da bi rekoreke mezin kir dewrê. Em ê ya duyemîn jî bi destê BOTAŞê dawiya vê salê bikin dewrê. Ya sêyemîn jî em ê bi xebatên ku dimeşînin divê em vê binesaziyê li welatê xwe pêşva bibin."
Li ser Vejena Bayê - pêvajoya YEKAyê de jî wiha agahî da: "Înşaellah hefteya pêşiya me ew ê bi îhaleya eşkere ya daxistinê va bê temamkirin."