GAZÎANTEP
Îsal ji meha rêbendanê heta meha îlonê bi bihayê milyarek û 679 milyon û 14 hezar dolarî dexl û beqliyat ji Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê hat îxrackirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilata Anadoluyê berhev kir, sala par di 9 mehên pêşîn de bi bihayê milyarek û 482 milyon û 199 hezar dolarî dexl û beqliyat hatibû îxrackirin, lê îsal di 9 mehên pêşîn de îxracata dexl û beqliyatê ji sedî 13,3yan zêde bû û xwe gihande milyarek û 679 milyon û 14 hezar dolarî.
Di îxracata dexl û beqliyatê de bi bihayê 409 milyon û 867 hezar dolarî ve rûnê nebatî herî zêde hatiye firotan, dû re jî bi 290 milyon û 198 hezar dolarî ve arê genim û bi 212 milyon û 990 hezar dolarî ve meqarne hatiye firotan.
Iraq bi milyarek û 116 hezar dolarî ve di nav welatên ku dexl û beqliyat hatine îxrackirin de bû yekemîn.
Di nav komên welatên ku herî zêde dexl û beqliyat hatine îxrackirin de koma welatên Rojhilata Navîn bi milyarek û 379 milyon û 920 hezar dolarî ve bû yekemîn, koma welatên Efrîqayê bi 210 milyon û 567 hezar dolarî ve bû duyemîn û koma welatên Yekîtiya Ewropayê jî bi 22 milyon û 594 hezar dolarî ve bû sêyemîn.