GAZÎANTEP
Ji Herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê di nav 9 mehên îsal de ji welatên Rojhilata Navîn re bi bihayê 4 milyar û 205 milyon û 983 hezar dalorî îxracat hat kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiya Îxracatkarên Herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê (GAÎB) berhev kir, par di heman heyamê de ji welatên Rojhilata Navîn re bi bihayê 3 milyar û 594 milyon û 870 hezar dolarî îxracat hatiye kirin. Îxracata îsal li gor par ji sedî 17 zêde bûye û gihiştiye 4 milyar û 205 milyon û 983 hezar dalorî.
Ji Rojhilatê Başûrê Anadoluyê îxracata herî zêde di nav welatên Rojhilata Navîn de, bi 3 milyar û 337 milyon û 936 hezar dolarî ji Iraqê tê kirin. Bi îxracata 270 milyon û 635 hezar dolarî ve Erebistana Siûdî di rêza duyemîn de ye û di rêza sêyemînde jî Sûriye cih digre.