Serokê Lijneya Rêveberiya Bînler Tekstîlê Vedat Bîngol daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku lijneyeke ji artêşa Iraqê hat Bîngolê û li fabrîqeya tekstîlê lêkolîn kirin û bi dilekî xweş ji Bîngolê çûn.
Bîngol got ku beriya Cejna Qurbanê ew dawetî Iraqê kirine û piştî hevdîtinan peyman îmze kirine û cilên artêşa Iraqê dê ji aliyê wan ve bên dirûtin.
Bîngol diyar kir ku ji bo dirûtina kincan amadehiya xwe temam kirine û dê pêşiyê cilên mihafizên li ber sînor bidirûn û wiha axivî:
"Li gor peymana ku me bi berpirsyarên Iraqê re çêkiriye, em ê pêşiyê cil û kamûflajên hêzên ku girêdayî Fermandariya Mihafizên Ber Sînor bidirûn. Nimûneyên ku me şandibûn ji aliyê komîsyonê ve hatin ecibandin. Înşellah em ê di nav hefteyekê de dest bi dirûtinê bikin."