VAN
Rahênerê boksê Ayhan Ozturk ev deh sal in ku zarokên li kuçeyan dijîn kom dike, perwerdeya boksê dide wan û ji wan boksorên mezin derdixe. Ozturk heta niha gelek boksor gihiştandin û van boksoran mohra xwe li gelek serkeftinên mezin dan.
Ozturk di sala 2011ê de piştî erdhejê hate Wanê û ji zarokên ku li kon bajaran dijîn tîmek çêkir. Ev tîm gelek serkeftî bû û dê li Tokyoyê di olîmpiyatan de Tirkiyê temsîl bike.