Hat daxuyandin ku li Afganîstanê di navbera 24 saetên dawî de gelek operasyon dan ser milîtanên Talîban û di operasyonan de 15 milîtanên Talîbanê hatin kuştin.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li bajarên Vardak, Helmand, Gazne, Logar, Nîmroz û Kunduzê operasyon hatin kirin. Di operasyonan de 4 endamên Talîbanê hatin girtin û 15 endamên Talîbanê jî hatin kuştin. Her wiha hat daxuyandin ku di operasyonan de gelek çek û bombe jî hatin bidestxistin.