ŞANLIURFA
Şerê ku di navbera komên kurdan û milîtanên DÎŞIyê de li rojhilatê Kobanêyê û deriyê sînor ê Murşîtpinarê dewam dike mezin bû.
Şerê di navbera komên kurdan û milîtanên DÎŞIyê de dewam dike. Milîtanên DÎŞIyê ji bo ku herêma ku deriyê sînor lê ye bi dest bixin hewl didin. DÎŞI bi çekên giran ve êrîş dike lê komên kurdan jî ji bo ku herêmê winda nekin têkoşînê didin. Li herêmê hin caran şer di nav kuçeyan de dewam dike.
Balafirên hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê de jî li ser herêmê firînên kefşê dikin.
Tevdîrên ku hêzên ewlekariyê li sînor girtine jî dewam dikin.