Korgeneral Mehdi Subeyh el-Geraviyê Fermandarê yekîneya ku operasyon li dar xist, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan li bajarê Mûsûla li ser eyaleta Nînovayê operasyon li dar xist û di operasyonê de 37 milîtanên DÎŞIya rêxistina terorê hatin kuştin. Her wiha di operasyonê de 13 wesaîtên ku DÎŞIyê ji bo neqlê bi kar dianî hatin şewitandin.
Geravî behs nekir ku ji hêzên ewlehiyê tiştek bi kesî hatiye an nehatiye û got: "Di nav kesên ku hatin kuştin de 3ê nîşandar û 4 welatiyên Efganistanê hene.
- "Xwendekarên ku di pevçûnan de hêsîr mabûn, hatin xelaskirin"
Ji rayedarên Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) Îdris Elî Hamûkî jî got ku li herêmê çend roj in ku pevçûn didomin û ji ber pevçûnan hin xwendekar di Zanîngeha Mûsûlê de hêsîr man û hêzên ewlehiyê nêzî 600 xwendekarên keç ên ku di hindurê zanîngehê de mabûn, xelas kirin.
Delal Alî Cayîda ku di zanîngehê de hêsîr mabû û hat xelaskirin got ku ew pir tirsiyan û wiha dewam kir: "Dengê çekan şev û roj dihat. Em ji ber pevçûnên ku li der û dora zanîngehê derketin pir tirsiyan. Xelasbûna me ya ji wir mucizayek e."
Milîtanên DÎŞIyê heftêya borî êrîşî Zanîngeha Enbarê kiribû û hin wezîfedarên ewlehiyê kuştibûn û gelek hîndekar û xwendekar dîl girtibûn. Endamên rêxistinê demekî şûn de hezar û 300 xwendekar serbest berdabûn.