Hat ragihandin ku li Adamawaya eyaleta Nîjeryayê operasyon hat kirin û di encama operasyonê de 48 milîtanên Boko Haramê hatin kuştin.
Rayedarekî artêşê yê ku naxwaze navê wî bê zanîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Yekîneyên artêşê duh û pêr li Matchka û Golakên bajarokên eyaleta Adamawayê operasyon birin ser endamên Boko Haramê yên ku perwerde didîtin û di encama operasyonan de 48 milîtan hatin kuştin.
Rayedarê diyar kir ku operasyon bi serkeftî dawî bû û yekîneyên artêşê ji bo ku bajarokên Matchka û Golakê ji destê Boko Haramê bistînin pêşda diçin.
Bi fermana Serokê Dewleta Nîjeryayê Goodluck Jonathan ve ji rêbendana 2013an vir de li eyaletên Adamawa, Borno û Yobeyê rewşa derasayî tê bikaranîn.