Penaberên ji Kobanê yên ku ji ber şer hatin Tirkiyeyê û li Sirûca navçeya Şanliurfayê dijîn, bendêne ku vegerin malên xwe. Lê ji ber ku şer hê dewam dike ji bo pêşeroja xwe bifikar in.
Pevçûnên di navbera rêxistina terorê DÎŞIyê û hêzên kurd dewam dikin. Her çiqas hêzên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Amerîka dike alîkariya hêzên kurd bikin jî, DÎŞI paş ve nakişe. Kurdên Kobanêyê yên ku xeyal dikin vegerin malên xwe li ber xwe dikevin û xemgîn dibin.
Penaberên ku gelekê wan ji jin û zarokan pêk tê di nav rewşeke dijwar de dijîn û bêsebrin ku vegerin welatê xwe.
- "Roja ku pevçûn qediyan em ê vegerin welatê xwe"
Hemze Remezanê ku li taxa Yumurtalikê di dibistaneke kevn de bi jina xwe û zarokên xwe ve dijî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev 3 mehin ku ji welatê xwe dûr in.
Remezan wiha axivî: "Li ber çavên me malên me tên bombekirin. Em her roj ji vir pevçûnan temaşe dikin. Kobanê xirab bû. Ev hêsteke wisa ye ku nayê vegotin. Lê dîsa jî ji bo ku em vegerin em bêsebr in. Roja ku pevçûn qediyan em ê vegerin welatê xwe."
Eyşe Qasima ku ew jî di baxçeyê heman dibistanê de di konê de dimîne jî got ku zarokên wê ji ber sermayê nexweş dikevin.
Qasimê got ku welatî alîkariyê didin wan, lê ji ber ku şer hê dewam dike êdî hêviya wan nemaye ku vegerin malên xwe.