Nihat Kavşut
12 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
BATMAN
Li Batmanê Tirbeya Zeynel Beg neqlî Meydana Parka Çandê ya Hesenkêfê kirin.
Tirbeya Zeynel Beg ya 550 salî ya ku di qada Bendava Ilisuyê da dima bi projeya ku li Tirkiyeyê cara ewil hat amadekirin va qasî 2 kîlomêtreyan ji qadê hat dûrxistin û ji qada bendavê hat derxistin. Tirbe li ciyê wê ya li Meydana Parka Çandê ya Hesenkêfê hat bicîkirin.
Ji bo karê barkirinê 8 wesayîtên moduler ên ku bi xwe dikevin binê bar (SPMT) hatin bikaranîn.
Ji ber ku rewşa hewayê baş bû îro dest bi karê barkirinê kirin, kar di saet 08.00an da dest pê kir. Karûbarên barkirinê qasî 3,5 saetan ber xwe da û di saet 11.35an da hat temamkirin.
Li bendê ne ku bicîkirina karê tirbeya ku ji qada Gola Bendava Ilisuyê hat derxisitn 3 rojan dewam bike.
-Destpêka neqilkirinê
Li Batmanê neqilkirina Turbeya Zeynel Beg a dîrokî dest pê kir.
Li Heskîfê Bendava Ilisuyê tê çêkirin û ji bo di bin avê da nemîne Turbeya Zeynel Beg a 550 salî tê neqilkirin.
Di neqilkirina turbeyê da 8 SPMT tên emilandin û tê texmînkirin neqilkirina turbeyê 5 saet biajo.
Yalçin Kurtê Midûrê Giştî yê Muze û Berhemên Çandî ya Wezareta Çand û Tûrîzmê der barê neqilkirina turbeyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Kurt diyar kir ji bo neqilkirina Turbeya Zeynel Beg bi şev û bi roj dixebitin û got di nav ekîbê da kesên pispor hene.
Yalçin Kurt destnîşan kir turbe ji hêla mîmariyê va berhemeke girîng e.
Prof. Dr. Abdusselam Uluçamê Serokê Xebatên Arkeolojîk a Heskîfê diyar kir ji sala 2014an vir va ji ber Bendava Ilisuyê li Heskîfê xebatên arkeolojîk û restorasyonê dikin.
Uluçam destnîşan kir Tirkiye girîngiyê dide parastina berhemên dîrokî û wiha got: "Em turbeyê tenê wek turbeya Zeynel Beg nabînin, ev di heman demê da kulliye ye. Turbe tevî berhem û avahiyên li derdorê tê neqilkirin."
Oguz Çetinê endezyarê înşeatê yê fîrmaya ER-BUyê diyar kir qederê 16 mehan xebatên projeyê hatin kirin û got em ji fîrmaya Bresserê jî alîkariya teknîkî distînin.