Sevim Hatun
27 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
BURSA
Li Bursayê organê jinekê 37 salî ya ku mir, wê bidin 5 nexweşan.
Li gor agahiya ku hat sitandin Elîf Kovanciya (37) diya 2 zarokan ku ji ber nexweşiya tansiyonê xwîn pijiqî mêjiyê wê û rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Bursayê, li vir mir.
Li ser vê rayedarên nexweşxaneyê bi malbata Kovanciyê re axivîn. Malbata Kovanciyê dayina organên wê qebûl kir. Kezeb, gurçik û kornea (perdeya çav) Kovanciyê bi operasyoneke serkeftî hatin hildan. Piştî tehlîlan nexweşên ku li hêviya gurçik û kezebê bûn hatin tespîtkirin û xebatên neqlê hatin destpêkirin.
Serokê Komeleya Kordînatorên Neqla Organan a Tirkiyeyê Dr. Yavuz Selîm Çinar spasiya malbata Kovanciyê kir.
Çinar got: "Malbata rehmetiyê bexşandin qebûl kir. Xwedê rehma xwe li rehmetiyê bike, bila serê malbatê sax be."