23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2017
HATAY
Neqla ku Hêzên Çekdar ên Tirk di çarçoveya mitabeqeta Astanayê da ber bi Îdlibê va da destpêkirin, hêviya êtîmên sûriyeyî xurt kir ku vegerin malên xwe.
Li Reyhanliya navçeya Hatayê zarokên mexdûrên şer ku di Êtîmxaneya Yasemînê ku ji bo sûriyeyiyan hat vekirin da dimînin jî ji bo ku hizûr were welatê wan û bikaribin vegerin malên xwe dia dikin.
Rabîa Hemmûdiya 14 salî bi 2 xwişk û birayên xwe va li êtîmxaneyê dimîne. Hemmûdiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 2 sal berê bombeya bermîlê avêtin bajarê Îdlibê û bavê wê tê da hat kuştin.
Hemmûdiyê diyar kir ku ew jî revîn û hatin Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Em ji bo alîkariyê minetdarê leşkerên Tirkiyeyê ne. Înşeallah eriş wê biqedin û em ê jî biçin gundê xwe û cem eqrebayên xwe. Em hatin vê derê, lê gora bavê min, hevalên me û eqrebayên me li wê derê ne. Ji bo ku ez biçim cem wan, rojan dijmêrim."
Eye Yûnisê 12 salî got ku gundê wan ê li ser Îdlibê jî hat bombebarankirin û wan par xwe sipart Tirkiyeyê. Yûnis jî got ku di êrişan da bavê wî û 2 eqrebayên wan hatin kuştin.
Yûnis diyar kir ku ew, diya xwe xwişk û birayên xwe hatin Reyhanliyê û li êtîmxaneyê dimînin. Yûnis wiha dewam kir: "Heta niha ji bo me çi kiriye, em sipasdarê Recep Tayyîp Erdogan in. Em dia dikin ku leşkerê Tirkiyeyê li wê derê hizûrê tesîs bike, lewra me pir bîra welatê xwe kiriye."
Elî Isbehê ku berpirsê êtîmxaneyê ye jî ji Îdlibê ye û 3 sal e li Tirkiyeyê dijî.
Isbeh diyar kir ku malbatên ku di êtîmxaneyê da dimînin, întiqala Artêşa Tirkiyeyê ya ber bi Îdlibê va ji nêz va dişopînin û dia dikin.