Haydar Şahin
11 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2019
Mustafa Gunê li Erxeniya navçeya Diyarbekirê dijî (55) 24 sal e bi destan tembûran çêdike.
Gunê bavê 4 zarokan ji vir 24 sal berê li destgeha xwe ya li Erxeniyê wekî hobî dest bi çêkirina tembûran kir û xwe di vê qadê da pêşda bir.
Gun got daxwaza wî ew e ku ev pîşe dewam bike û çêkirina tembûran hînî dildaran dike.
Gun di daxuyaniya xwe da diyar kir ku tembûrên herî baş ji dara tûyê tên çêkirin.
Gun gelek pîşeyên bi destê tên kirin hatine jibîrkirin û wiha pê da çû: "Welatî dema tembûreke nerind distînin lê dixin xwe dengekî xirab jê tê û li ji ber vê dev jê berdidin."
Gun bal kişand ku hostetiya tembûrê jî êdî tê jibîrkirin û wiha axivî: "Tembûr hinek caran kêfxweşiyê dide û hinek caran jî xemgîniyê. Ez yek ji wan kesên dawîn im ku vî karî dikin."
Gun got tembûra baş ji deng û destkariyê tê fehmkirin, dibê têlên tembûrê nêzî darê wê be, qapax fireh û dirêj be û bi her awayî dibê di terezûyê da be.
Gun diyar kir ku hetanî ji destê wî tê çêkirina tembûran hînî her kesî dike û wiha axivî: "Nifşên nû eleqeyê nîşanî vî karî nadin. Lêbelê ez tembûrê bi ciwanên me didim hezkirin."