BIDLÎS
Abdurahman Gokbûlakê 76 salî li navçeya Xelata Bidlîsê dijî, 54 sal in ji darên gûzê gopalan çêdike.
Gokbûlak heta diçe leşkeriyê necariyê dike û erebeyên ga çêdike. Gopalê xwe yê ewil çêdike û wî jî diyarî fermandarê xwe dike. Piştî leşkeriyê dema dizivire navçeyê bi pêşniyariya fermandarê xwe atolyeya xwe vedike.
- Du kurên wî jî gopalan çêdike
Gokbûlakê ku karê xwe bi baldarî û eleqeyeke mezin dike nûçegihanê AAyê re got ku berê gopalçêkirin pîşeyekî pir bi navdar bû, ji xeynî kal û pîran ciwanan jî gopal bi kar dianîn. Lê di nav demê de êdî gopal ji bo xemlê tên bikaranîn.
Gokbûlak got ku wî ev kar hînî du kurên xwe jî kiriye û wiha axivî:
"Zarokên min jî pir baş gopalan çêdikin. Ji Xelatê ji bo Serokomar Abdullah Gul, Suleyman Demîrel, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, parlamenter û kesên navdar gopalên me hatine şandin. Heta Ewropayê jî gopalên ku me çêkirine hatine şandin. Temenê min mezin e lê ez hîn jî hewl didim gopalên cur be cur û yên nû çêbikim. Ez her tim heman gopalî çênakim. Her tim ji darên cuda ji neqş û xemlên cuda ve gopalan çêdikim."