ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoliyê hewa pir sar e. Li herêmê bi şev pileya hewayê di bin sifirê de 26 hat pivandin.
Li agahiyên 12emîn Herêma Midûryeta Meteorolojiyê, bandora hilmegura bilind ya ji aliyê Sibîryayê ve tê dewam dike.
Çemê Erez yê di nava gundê Karakûrtê de derbas dibe û 28 kîlomêtro dûrî navçeya Sarikamişa Qersêye jî cemed girt. Li ser zixûra Mûradê ya li navçeya Diyadîna Agiriyê şemlîlikên ku dirêjiya wan nêzîkî 40 mêtroyî ne çêbûn.
Bi şev li hin herêman pileya hewayê wiha bû: Li Agiriyê 26, li Qersê 19, li Erziromê 15, li Îdirê 12, li Erzîncanê 9, li Erdehanê 7.
Peywirdarên meteorolojiyê gotin ku li hemberî qeşa û cemedê baldar bin. Herêm dê ji sibê pê ve bikeve bin bandora hilmegura nizm û tê çaverêkirin ku berf bibare.