Turîstên biyanî û herêmî li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ya li Sarikamişa Qersê xwe dişiqitînin û kêfa berfê derdixin.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ji ber ku berf barî qalindahiya berfê gihîşte 45 santîmêtroyê.
Kesên ku xweşiqitandinê hez dikin ji hemû herêmên welêt tên Cibiltepeyê û kêfa berf û xweşiqitandinê derdixin.
Parlementerê Qersê yê AK Partiyê Yunus Kiliçê ku hat navenda xweşiqitandinê ji rojnamevanan re daxuyand ku Sarikamiş wê di nav çend salan de gelek pêş ve here û wiha axivî: "Di hewayeke wiha da li ser berfa krîstal xweşiqitandin gelek xweş e. Em bendêne ku her kes bila bê li vir û vê xweşikahiyê bibîne."