ŞANLIURFA
Serokê Şaredariya Heranê Mehmet Ozyavuz daxuyand ku ew bendêne ku îsal zêdetir turîst bên Herana navçeya Şanliufrayê.
Herana navçeya Rihayê di dîrokê de di nav cihên navdar ên herî kevn de cih digre. Navçe bi bermayiyên Zanîngeha Îslamê ya ewil, malên biqube, resedxane û avasaziya xwe ya cuda ve pir navdar e. Her sal bi hezaran turîst tên ziyareta navçeyê.
Serokê Şaredariya Heranê Mehmet Ozyavuz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di nav salê de 800 hezar turîst tên ziyareta Heranê.
Ozyavuz daxuyand ku di salên dawîn de hejmara turîstan zêde bû û îsal armanca wan ew e ku 2 milyon turîst werîn navçeyê.
Serok Ozyavuz wiha axivî: "Em avahiyên beton ên ku di nav qada sîtê de hildiweşînin. Xebatên "Gundê Jinan a Ekolojîk" ya ku ji bo jinên mexdûr tê avakirin dewam dike. Heke ev proje temam bibin hejmara turîstên ku bên Heranê wê zede bibe."
Ozyavuz destnîşan kir ku Heran di dinyayê de di nav herêmên taybet de cih dîgre û wiha dewam kir: "Heran di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê de wek namzed cih dîgre. Heke tiştên tên xwestin temam bibin em ê di lîsteyê de cih bigrin. Lewra me bajaroka Alberobelloyê ya Îtalyayê ev rastî dît. Li wir 10 hezar kes dijîn û salê milyonek turîst diçin bajarokê. Li Heranê ji bilî malên biqube, bermayiyên Zanîngeha Îslamê ya ewil, Şikeft û Dêra Hz. Yaqub û Soxmatar heye. Di nav salê de 800 hezar turîst tên ziyareta Heranê, lê heke navçe di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê de cih bîgre hejmara turîstan wê zedetir bibe."