Anadolû Ateşî di çarçoveya tûrneya Çînê de li herêmên rojavaya welêt rapêşî kirin û piştre hat paytext Pekîne û li Hêwana Gel a Mezin ya ku qesra dewletê û parlementoya Çînê ye, rapêşî kir. Ev hêwan wekî hêwana ku kongreya dîrokî ya Çînê li wir hat kirin û serokdewlet li wir tên pêşwazîkirin jî tê zanîn.
Çîniyan eleqeyeke mezin nîşanî Anadolu Ateşiyê dan. Temaşevanan piştî rapêşiyê demeke dirêj li ser piyan çepik ji bo komê lê dan û car din bangî komê kirin ku dîsa derkevin li ser dikê.
Can Ocakê ku yek ji reqsvanên komê ye, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev cara 8emîn e ku tên Çînê û got ku rapêşiya xwe ya ewil di sala 2002yan de li ser heman dikê kiribûn.
Ocakî got ku eleqeya li ser wan her ku diçe zêdetir dibe û da zanîn ku ev rewş hem li ser navê Tirkiyeyê hem jî ji bo wan rûmetek e.
Ocakî diyar kir ku qismeke vê tûrneyê temam kirin û dê hêj li 12 bajaran, 17 rapêşiyan bikin.
Kom bi salan e tûrneyên Çînê dike û par di sersala herêmî ya welêt de, di bernameya galayê ya CCTVya ku qenala neteweyî de derketibû li ser dikê. Bername şeva cejna biharê ya Çînê hatibû weşandin û ji aliyê 800 milyon kesî ve hatibû temaşekirin. Bi vî awayî bibû bernameya ku herî zêde hat temaşekirin û Anadolû Ateşî li welêt gelekî navdar bibû.
Kom rapêşiya xwe ya dawîn dê di 19ê kanûna paşîn de li Şanghayê bike.