Fîlma "Meta Min Hat" (Halam Geldî) ya ku rojnameger Evrîm Kanpolatê ji ber bûyereke rast nivîsiye li gundê Akincilara Komara Tirk a Kibrisa Bakur (KKTC) hat kişandin. Li gundê Akincilarê gelek şûn û warên şaristaniyan û çandên cuda hene.
Galaya fîlmê bi pêşkeşiyeke taybet di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 50yemîn Navnetewî de hat kirin. Di fîlmê de Burçîn Terzîoglu, Turgay Tanulku, Dîlek Çelebî, Necîp Memîlî, Berke Hurcan leyîstin.
-"Oldboy"
Derhênerê fîlma "Oldboy"ê Spike Lee ye. Di fîlmê de jî Josh Brolîn, Elîzabeth Olsen, Sharlto Copley û Samuel L. Jackson dilîzin.
-"Kusursuzlar"
"Kusursuzlar"a ku di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya 50yemîn de xelata "Fîlma Herî Baş" û "Derhênerê Herî Baş" hilda û di 4emîn Festîvala Fîlman ya Malatyayê de xelata "Lehenga Jin a Herî Baş" hilda derdikeve pêşberî temaşevanan.
Serlehengên fîlmê Îpek Turktan û Esra Bezen Bîlgen in. Îbrahîm Selîm, Mehmet Alî Nuroglu, Suna Selen û Melîh Duzenlî jî di fîlmê de cî digrin.
"Jiyana Nepenî ya Walter Mîtty"
Derhênerê fîlma "Jiyana Nepenî ya Walter Mîttyê" Ben Stîller e û di qadroya lehengan de jî Ben Stîller, Krîsten Wîîg, Sean Penn û Kathryn Hahn cih digre.