Hemn Baban
30 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
MÛSIL
Piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê û bidestxistina aliyê çepê yê bajêr digel gelek mehelleyan heta Çemê Dîcleyê jiyan asayî dibe û bazara nargîleyan germiyê bi xwe ve dibîne.
Di serdema ku DEAŞê bajêr kontrol dikir de kişandina çixare û nargîleyê hatibû qedexekirin, lê belê dîsa jî bi temamî rê li ber berhemên tûtinê nehatibû girtin. Ya diyar zexta li serê bû.
Li navenda Mûsilê her ku rewş asayî dibe û jiyan bi halê xwe yê adetî didome reng û tamên cuda jî xwe nîşan didin û tabloya bajêr temam dibe.
Bikaranîna cixare û nargîleyê ku berhemên qedexekirî yên serdema DEAŞê bûn, halê hazir geşeyê bi xwe ve dibîne û bazara wan jî her ku diçe germ dibe.
Li bazara mezin a taxa Zihûrê ku dikeve Rojhilatê Mûsilê, dikanekê bi dehan cureyên nargîleyan rapêş kirine û li benda muşteriyan in.
Yek ji nargîlefiroşên Mûsilê Rebî Reed ku gencekî di temene 20an de ye rewşa firotina nargîleyan wiha ji peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re qal kir:
"Di serdema DEAŞê de dikanên me girtî bûn. Kirîn û firotina nargîleyan nedihat kirin. Piştî derxistina DEAŞê, em vegeriyan ser karê xwe yê berî hatina wan. Halê hazir xelk gelekî eleqeyê nîşanî nargîleyan didin. Firotina wan jî baş e."
- Bihayê wan ji 10 an dest pê dike heta 150 hezarî diçe
Nargîlefiroş Reed di behsa bihayê berhemên xwe de agahî dan û diyar kir ku ji 10 hezarî dest pê dike li gor cureyê xwe heta 150 hezarî jî diçe.
Herwiha destnîşan kir ku xelkê bajêr gelekî nargîleyê dikişînin û wiha pê de çû:
"Gencên Mûsilê bi piranî nargîleyê dikişînin. Cafe û cihên din ên kişandina nargîleyan vekirî ne û baş îş dikin."