30 Adar 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî 8 fîlmê bikevin vîzyonê.
Derhênerê "Baxçeyê Hêviyê" Niki Caro ye û Jessica Chastain, Daniel Bruhl, Johan Heldenbergh û Shira Haas jî tê da dileyize.
Senarîsta fîlmê Angela Workman e. Di fîlmê da qala çîroka Antoninayê polonî û Jan Zabinskî dike. Di fîlmê da di sala 1939an da dema dagirkeriya Naziyan da Antonina û Jan Zabinskî ji Baxçeyê Heywanan ê Varşovayê bi sedan mirov û heywanan xelas dikin.
- "Xeyaleta Nav Qaçil"
Derhênerê fîlma "Xeyaleta Nav Qaçil" Rupert Sanders e û Scarlett Johansson, Michael Pitt, Michael Wincott, Takeshi Kitano û Juliette Binoche tê da dileyîze.
Fîlm zanist û honak e û ji ber rêzefîlma "Kodansha Comics Manga"yê hatiye çêkirin û behsa çîroka cyborg hibritinê ku di "Hêza Wezîfeya Taybet a Yekîtiyê ya 9emîn" da serkirde ye û ji operasyonên taybet berpirsyar e, dike.
Di fîlmê da aksiyon, dram û saw heye.
- Nocturama: Parîs Dişewite"
Di fîlma ku derhêneriya wê Bertrand Bonello dike da Fînnegan Oldfîeld, Vîncent Rottîers, Hamza Mezîanî û Manal Issa dilîzin.
Di fîlmê da qala çîroka deh ciwanên ku destê sibê li çar aliyên Parîsê bombeyan bi cî dikin dike.
- "Berdestî"
Di fîlma ku derhêneriya wê Park Chan-wook dike da Ha Jung-woo, Kim Min-hee, Kim Hae-sook, Cho Jin-woong û Kim Tae-ri dilîzin.
Di vê fîlmê da qala çîroka eşke di siya pîlaneke mezin a Koreya Başûr dike.
- "Zarokên Sarîqamîşê"
Di fîlma ku derhêneriya wê Can Ulkay û Mutlu Karadogan dikin da Burç Kumbetlîoglu, Silay Unal, Cengîz Hayta, Yusuf Ata Yilmaz, Kayhan Yildizoglu, Sema Çeyrekbaşi, Ozan Agaç û Altan Erkeklî dilîzin.
Di fîlma ku senaryoya wê Ozan Agaç û Baykut Badem nivîsîne da qala çîroka Mehmet û Yusivê ku derdikevin rêwîtiya eniya Sarîqamîşê dikin.
- "Xewa Eşqê"
Derhênera fîlm Nîsan Akman e û tê da Gokçe Bahadir, Alîcan Yucesoy, Hande Subaşi û Hasan Kuçukçetin dilîzin.
- "Em ê Li We Vegerin"
Derhênerê fîlm Doga Can Anafarta ye û tê da Hande Soral, Çaglar Ertugrul, Firat Albayram û Bestemsu Ozdemir dilîzin.
- "Dergûşpatron"
Derhênerê fîlma anîmasyonê Tom McGrath e û di anîmasyonê da Alec Baldwin, Steve Buscemî, Lîsa Kudrow û Jimmy Kimmel xeber didin.