31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
KARS
Xirabeyên Aniyê ji ber ku bûye pêgeha gelek medeniyetan, wek "bajarê cîhanê" tê binavkirin û di nav Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ye. Li Aniyê berf barî û dîmenên xweş derketin holê. Aniyê bi berfê va bala kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, kişand.
Anî li Qersê ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê ye û piştî ku hat avakirin û heta niha bûye pêgeha 23 medeniyetan, ji ber vê jî avahî û bi berhemên mîmarî yên cuda cuda va balê dikşîne.
Mirov cara ewil beriya mîladê di salên 6 hezaran da lê bi cih bûne. Tirkên Sakayê, Sasaniyan, Mîrektiya Bagratliyê, Bîzansiyan, Mîrektiya Şeddadiyan, Bavkalên Gurcî yên Aniyê, Dewleta Xarzemşahê, Îlhaniyan, Selçûqiyan, Qereqoyiniyan, Aqqoyuniyan, Dewleta Osmanî û Rûsyayê li vê derê hikûm kiriye û 21 berhemên dîrokî hê li ser piyan in.
Bi barîna berfê va ev berhem jî xemilîn û ev der bala kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, dikşîne.
Yagmur Yalizliya ku ji Çanakkaleyê hat û cara ewil Xirabeyên Aniyê ziyaret dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ev der cihekî dîrokî û pir xweş e.
Yalizliyê got ku divê her kes vê derê bibîne.