27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Xwendekar û mezin eleqeyeke mezin nîşanî rojên sînemeyê yên bêpere ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li dar dixe, didin.
Bi telîmata Cumalî Atîllayê ku di çarçoveya Biryarnameya Hikmê Qanûnê (BHQ) da wek wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatibû wezîfedarkirin va li Navenda Kongre û Çandê ji bo xwendekar û mezinan rojên sînemeyê yên bê pere tên lidarxistin.
Xwendekarên ku bi mamoste an jî malbatên xwe ra sînemeyê sêr dikin li gor dilê xwe şah dibin. Di rojên sînemeyê yên ku di navbera 26ê rêbendanê û 5ê gicugê da tên lidarxistin da ji bo xwendekar û mezinan fîlmên cuda tên nîşandan.
Kek û ava mêweyan li xwendekarên ku sînemeyê temaşa dikin belav dikin.
Derya Polatçiya ku fîlm temaşa kir got ku daxwaza wan ew e ku xebatên wiha dewam bikin û wiha pê da çû: "Em bi hevalên xwe ra hatin fîlmê temaşe bikin. Demeke dirêj e çalakiyên wiha tunebûn. Ev jî ji bo me firsendek e. Em sipasiya Şaredar dikin."
Ugur Kiliç diyar kir bi hevalên xwe ra ji bo bêpere fîlm temaşe bikin hatine.
Murat Talanê ji Sûrê jî diyar kir bi saya çalakiyên wiha demên xweş derbas dikin.