Ahmet Aydın
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
AGIRÎ
Li Bazîda navçeya Agiriyê ku weke "Bora Şaristaniyan" tê wesifkirin, wê 4-6ê tebaxê, "Mihrîcana Çand, Huner û Geştiyarî ya Ehmedê Xanî" bê lidarxstin û wê alimê îslamê Ehmedê Xanî yê ku di sedsala 17an de jiyaye bike mijar.

Di çarçoveya mihrîcana ku biryar e ji aliyê Şaredariya Bazîdê ve, di 3 rojan de li Qesra Îshaq Paşa bê lidarxistin, wê helbestvan, feylesafof, dîrokazan û mitesewwifê alimê îslamê Ehmedê Xanî yê ku sala 1707an li wefat kiriye ji ziyaretvanan re pêşkêş bike.
Ehmedê Xanî yê ku danerê berhemên weke "Mem û Zîn", "Nûbihara Biçûkan" û "Eqîdeya Îmanê" ye û li Mizgefta Îshaq Paşayê ders daye, wê di mihrîcanê de bê nasandin.

Mihrîcan wê ji aliyê Şaredara Bazîdê bi piştevniya Şaredariya Înegolê ku biraşaredara wê ye wê bê lidarxistin. Di Mihrîcanê de hejmarek nivîser bi panelan wê behsa Xanî bikin û pêşbirkên weke xwarinên xwemalî, belgefîlma Keştiya Nûh, meşa yadkirina Ehmedê Xanî û turnûvaya Fitbolê wê bên lidarxistin.
Herwiha wê li hewşa Qesra Îshaq paşayê standên çandî û pêşangehên wêneyan bên danîn û dengbêj û ekîba govendê wê derkevin ser sekoyê.