18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê herî kêm di bin sifirê de 31 pile li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewayê kêm ewrabî be, sibê û şev hin caran wê mij û dûman çêbibe, wê ji başûr ba bê.
Li herêmê germahiya hewayê bi şev herî kêm di bin sifirê de li Agiriyê 31 pile, li Qers û Erziromê 28 pile, li Erdexanê 19 pile, li Îdirê 15 pile, li Tunceliyê 14 pile û li Erzinganê jî 12 pile hat pîvandin.
Germahiya hewayê bi roj herî zêde li Îdirê 3 pile, li Tunceliyê 4, li Erzinganê 5, li Erdexan û Agiriyê 11, li Qersê 13 û li Erziromê jî 14 tê texmînkirin.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 68 santêm, Erziromê 35 santêm, li Erdexan û Tunceliyê 20 santêm, Qers û Îdirê jî 13 santêm hat pîvandin.
Rayderan hişyarî dan şofêr û welatiyan ku bila ji bo qeşa, mij û dûmanê baldar bin û bitevdîr herin û bên.