16 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
AGIRÎ
Welatiyên ku piştî fitarê bêşdarî bernameya li kêleka Ordueviyê tê li darxistin dibin, bi malbatên xwe re demeke xweş derbas dikin. Yek ji welatiyan Ramazan Çun got, "Walîtiyê bernameyeke wiha çêkiriye ku ruhê remezanên berê pê şad dike."
Çûn herwiha anî ziman ku piştî fitara xwe dikin tên meydanê û wiha dewam kir: "Li Agiriyê zêde çalakiyên civakî yên bi vî rengî tune ne, lê bi saya vê, gelek kes wekî min demên xweş derbas dikin. Walîtiyê her tişt fikiriye. Ji bo zaroka cihên lîstikê, çaya semawer, şanoya Haciwat-Karagoz, semazen, danasîna çanda Agiriyê, hûnermendên herêmî. Ji bo keda herkesî spas dikim."