06 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
ANKARA
Bustê Prof. Dr. Azîz Sancarê ku wê ji bo xelata xwe ya Nobelê teslimî Anitkabîrê bike cara duyemîn were Tirkiyeyê, hat çêkirin.
Hat destnîşankirin ku wê bust li Zanîngeha Hacettepeyê ji bo ziyaretê were vekirin û Sancar jî wê beşdarî mersima di 17yê gulanê da bibe.
Tê plankirin ku bustê Sancar heman rojê deynin nav bustên 8 zanyarên tirk ên ku li dinyayê di warê tipê da xizmetên mezin kirine.
Prof. Dr. Mumtaz Demiralpê Serokê Beşa Peykeran a Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Hacettepeyê ku bustê Sancar çêkir, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li ser daxwaza Rektor Prof. Dr. Haluk Ozen di destpêka meha nîsanê da dest bi xebatan kiriye.