06 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
SÎÎRT
Di firineke li Eruha navçeya Sêrtê da dema ku agir dadidin di dewsa daran da qalikên fistiqên Sêrtê dişewitînin.
Necmettîn Baytekînê ku ev demeke dirêj e li navçeyê xweyîtiya firinê dike diyar kir ku li firinê di salê da kêm zêde 50 ton dar tên şewitandin lê belê bi pergala ku wî amade kir va qalikên fistiqan dişewitînin.
Baytekîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku qalikên fistiqan li gor bihayê daran erzan in û tehma nanên ku pê tên pêjandin jî zehf xweş e.
Baytekîn diyar kir ku ev demeke dirêj e li Eruhê firinê dixebitîne, di 5 salên dawîn da bi pergala ku amade kir va di dewsa daran da qalikên fistiqan dişewitîne.
Baytekîn got ku li herêmê fistiq tên ajotin û wiha pê da çû: "Taybetiyeke cuda ya fistiqên Sêrtê heye. Hebên wan mezin in û qalikên wan qalind in, rûnê wan zêde ne û tehma wan li gor fistqên din zehf xweş e. Me berê zehf dar dişewitand û paşê me dest pê kir bi qalikên fistiqan va agirê firinê dada."
Baytekîn diyar kir ku qalikên fistiqan wek darê mêşe dişewitin û tehma fistiqan jî derbasî nan dibe, welatî nanê wan zehf diecibînin.
Baytekîn wiha got: "Em ji bo ku nan bipêjin qalikê fistiqên Sêrtê dişewitînin. Li gor arduyên din xweliya wê kêm e û tehma nanê wê jî xweş e. Ji aliyê din va erzane jî. Ji ber ku tehma nanê me xweş e gel jî jê hez dike."